Dozgeriya Tirkiyê cezayê heta hetayê bo Demîrtaş û Yuksekdag dixwaze

Di rûniştina 24an ya Doza Kobaniyê de, ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 36 siyasetvanên kurd tên darizandin, serdozgerî cezayê dirêjiya jiyanê ya girankirî xwest.

15 Avrêl 2023 - 04:47
15 Avrêl 2023 - 04:47
 0
Dozgeriya Tirkiyê cezayê heta hetayê bo Demîrtaş û Yuksekdag dixwaze

Serdozgeriyê ji dadgehê xwest ku ji kesên darizandî re, di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de herî kêm carek cezayê girankirî bide.

Serdozgeriyê herwiha xwest ku rêjeya cezayê bi hesabkirina zirara ku derketiye were dayîn û loma jî 36 kesan cezayê heta hetayê xwest.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Doza Kobaniyê di doza girtina HDPê de wek sedema serekî tê nîşandan û HDP vê dozê wek gaveke siyasî ya desthilatê dibîne.

Ev nûçe bi tevahî 1134 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:58:21