Dr. Mihemed Şukrî: Vê heftiyê pêş dest bi çêkirina avahiyên kirêçiyan tê kirin
erokê Desteya Veberhênanê li Herêma Kurdistanê ragehand, heftiya pêş dê dest bi çêkirina avahiyên kirêçiyan bê kirin û qist ango beşa mehane jî dê 150 dolar derbas neke.

Serokê Desteya Veberhênan a Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî ragehand: ‘’Li Hewlêr û Soran gelek veberhênerên navxweyî dest bi çêkirina avahiyan dê bikin û me rezamendî daye, nirxê her metreyekî dê 330 dolar ve bê çêkirin. 3 cure avahî hene, 80 metreyî, 100 metreyî û 120 metreyî ne. avahiyên 80 metreyî dê pareyê wê yê neqd ango pêşekî 4 hezar dolar be û yê dimîne jî dê 15 salan de mehane bi qistî bê dayîn. Dê mehane jî 106 dolar be. Avahiyên 100 metreyî pêşekiya wê 5 hezar dolar be û yê dimîne dê 15 salan bi qistê mehane bê dayîn. Avahiyên 120 metreyî pêşekiya wê 6 hezar dolar e û yê dimîne jî dê 15 salan bi qistê mehane bê dayîn, ku ti qistekî mehane jî nagehe 150 dolaran.’’
Dr. Mihemed Şukrî ji PDK-info re ragehand: ‘’Em daxwaz kiriye ku heftiya pêş rasterast dest bi karkirinê bê kirin û ew avahî çêkirina wan destpê bike. Ev ji bo Hewlêr û Soran wisa ye û ji bo parêzgeh û îdareyên serbixwe yên din jî, kîjan demê amadebûn li wan navçeyan jî dê destpê bike û li hemû navçeyan jî yek cure nirx heye û hewl tê dayîn ku hejmara avahiyan jî bê zêde kirin.’’
Nûvekirina herî dawî: 20:41:32