Du partiyên Rojhilatî piştevaniya xwe bo xwepêşandanên Îranê ragihandin

Du partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe bo xwepêşandanên gelên Îranê li dijî gendelî û zilma rêjîma wî welatî ragihandin û ji civaka navdewletî xwastin piştevaniya gelên Îranê bikin.

31 Berfanbar 2017 - 07:14
31 Berfanbar 2017 - 07:14
 0
Du partiyên Rojhilatî piştevaniya xwe bo xwepêşandanên Îranê ragihandin

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) derbarê xwepêşandanên gelên Îranê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

PDKÎ û Komele di daxuyaniya xwe de dibêjin: “Gel ji desthilata Îranê bêzar bûye û nerazîbûnên wan êdî destpê kiriye. Em ji bo nerazîtiyên xelkê daxwaza piştîvaniya navdewletî dikin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, xwepêşandan nîşana vê yekê ne, ku xelk ji sozên reformxwazên Îranê bê hêvî bûne û êdî nikarin pişta xwe bi baskên cuda yên nava desthilata Komara Îslamî ve girê bidin.

Herdu partiyên Rojhilatê Kurdistanê amaje dikin, ku destpêka xwepêşandanan li bajarên mezin ên Îranê çêbûne û ev yek jî nîşan didin ku hemû neteweyên li Îranê, bi hevre vê desthilatê naxwazin.

PDKÎ û Komeleya Şoreşger dibêjin: “Ji bo gihiştine dadperweriyê, gelê Kurdistanê jî piştgiriyê dida dengê azadîxwazî û xwepêşandanan.”

Hevdem daxwazê ji navendên biryarder ên cîhanî dikin, ku piştîvaniya xelkê Îranê bikin û daxwaza azadkirina zîndaniyên siyasî û girtiyên xwepêşandanan jî dikin.

Ev nûçe bi tevahî 2249 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:26:11