Du welatiyên kurd ji ber bilindkirina ala Kurdistanê hatin cezakirin
Du welatiyên kurd ên li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber hildana ala Kurdistanê bi 4 salan zîndanîkirinê hatin cezakirin.

Hate ragihandin ku Bazîd Erjeng û Emîr Erjeng ew 2 welatiyên kurd in û ji ber beşdarbûna di merasîmên Newrozê de û rakirina Ala Kurdistanê hatine cezakirin.
Her sal di merasîmên Newrozê de li gundên Merîwanê sirûda Ey Reqîb û sirûdên din ên şoreşgerî têne gotin û Ala Kurdistanê tên bilindkirin.
Hikûmetê tevahiya wan tiştan qedexekirine, îsal li ser bikaranîna cemedanî û Ala Kurdistanê jî gelek kes hatine bangkirin.
Nûvekirina herî dawî: 12:22:21