Ebadî: Ala Kurdistanê 10 sal e li Kerkûkê heye

Serwokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, nêzîkî 10 salan e ku Ala Kurdistanê li Kerkûkê liba dibe.

4 Avrêl 2017 - 02:43
4 Avrêl 2017 - 02:43
 0
Ebadî: Ala Kurdistanê 10 sal e li Kerkûkê heye

Serwokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîneke ligel televîzyona Meyadinê de derbarê rojevê de daxuyanî da û li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê jî got, ew yek bizanebûn tê mezinkirin.

Heyder Ebadî wiha got: “Ev mijar ji bo destkeftiyên hêzên Iraqê yên li hemberî DAIŞê bêne niximdan mezin dikin.”

Ebadî herwiha diyar kir ku Ala Kurdistanê 10 sal e li parêzgeha Kerkûkê liba dibe.

Encumena Parêzgeha Kekrûkê roja 28ê Adarê biryar da, ku li tevahî sazî û dezgehên parêzgehê Ala Kurdistanê were bilindkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên kurdî piştgirî dane vê biryarê lê beşekê sunne û şieyên endamên parlamentoya Iraqê li dijî vê biryarê derketibûn.

Ev nûçe bi tevahî 2234 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:31:39