Ebadî: Divê hevahengiya artêş û Pêşmerge di warên din de jî hebe

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, yekem car e Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re şerê DAIŞê dikin û hevahengiyeke baş di navbera wan de heye û divê hevahengî di navbera artêş û Pêşmerge de di warên din de jî hebe.

8 Adar 2017 - 06:56
8 Adar 2017 - 06:56
 0
Ebadî: Divê hevahengiya artêş û Pêşmerge di warên din de jî hebe

Ebadî di 5emîn Dîdara Silêmaniyê de gotarek pêşkêş kir û got, divê artêşa Iraqê ya hemû pêkhateyan be. Şîe, Sune, Kurd û pêkhateyên din yên Iraqê bi hevre beşdarî şerê li dijî DAIŞê li Mûsilê dikin. li ser astê serbazî rûbirûyî DAIŞê dibin û qurbaniyan didin.

Ebadî got, mertisiya gendaliyê ji ya terorê zêdetir e û pêwîst e hemû bi hev re rûbirûyî gendaliyê bibin û divê berjewendiyên giştî yên Iraqê li pêş berjewendiyên partîtî û kesane be.

Ebadî amaje bi pirsgirêkên ligel welatên cîran kir û got, pirsgirêkên wan ligel çend welatan hene, lê dikarin çareser bikin û daxwaz ji zanîngehên Iraqê kir, ku lêkolînan bo çareserkirina pirsgirêkan bikin.

Dîdara Silêmaniyê yekem carê di sala 2013an de di bin navê “Guhartinên Ceopolîtîkî li Rojhilata Navîn” dest pê kir.

Ev nûçe bi tevahî 1848 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:22:49