Ebadî derbarê vekirina balefirgehên Kurdistanê de fermanek derxist!

Serokwezîrê Iraqê fermanek derbarê vekirina balefirgehên herêma Kurdistanê de derxist.

13 Sibat 2018 - 09:53
13 Sibat 2018 - 09:53
 0
Ebadî derbarê vekirina balefirgehên Kurdistanê de fermanek derxist!

Li gor nivîsa Navenda Operasyonên Niştimanî li ofîsa serokwezîrê Iraqê, serokwezîrê Iraqê razîbûna xwe li ser vekirina bi sînor a balefirgehên navnetewî yên Hewlêr û Silêmanî nîşan daye.

Daxuyaniyê de tê gotin, serokwezîr Heyder Ebadî ferman daye ku balefirgehên Silêmaniyê û Hewlêrê bo geştên çûn û hatina Umre ango Hecê bê vekirin, lê bi mercê raporta hejmara geştan bi awayek berdewam ji encûmena wezîrên Iraqê re bê rêkirin.

Piştî pêkhatina referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê 2017ê ku sedî 92 zêdetir dengên ‘’Belê’’ bo serxwebûna Kurdistanê hatibû dayîn, hikûmeta Iraqê gelek ceza û dorpêç li ser gelê Kurdistanê pêkanîn.

Ev nûçe bi tevahî 1746 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:30