Ebadî: Di demek nêzîk de hem mûçe tê dayîn hem firokexan tên vekirin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, di demek nêzîk de hem firokexaneyên Kurdistanê vedibin hem jî mûçeyê karmendên Kurdistanê tê dayîn.

19 Sibat 2018 - 10:31
19 Sibat 2018 - 10:31
 0
Ebadî: Di demek nêzîk de hem mûçe tê dayîn hem firokexan tên vekirin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ku bo civîna Mûnîxê çûye Almanya, ji televîzyona Almanî ya DW re behsa dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê kiriye û gotiye, di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevdîtin didomin. Di demek nêzîk de firokexaneyên Herêma Kurdistanê vedibin.

Li ser mûçeyê karmendên Kurdistanê jî Ebadî gotiye, di demek nêzîk de mûçe jî dê bê dayîn lê em dixwazin piştrast bibin ew diravê ku tê şandin nakeve destê partiyên siyasî.

Ev nûçe bi tevahî 1838 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:29