Ebadî: Ev yek li dijî Iraqê plangerî ye

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî şewitandina kogeha dengan bi gotina “plangeriya li dijî Iraqê” pênase kir û ferman da hêzên ewlekariyê li hemû parêzgehan ji bo parastina sindoqan tevdîrên tund werbigrin.

11 Hezîran 2018 - 02:38
11 Hezîran 2018 - 02:38
 0
Ebadî: Ev yek li dijî Iraqê plangerî ye

Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Serokwezîrtiya Iraqê, Heyder Ebadî ferman daye hemû fermandarên hêzên ewlekariyê û daxwaza parastina sindoqên dengdanê kiriye.

Herwiha Ebadî ji Rêveberiya Belge ya Tawan û Berevaniya Şaristaniyê jî kiriye, ku li cihê bûyerê lêkolînan bikin û li ser şewitandina kogeha dengan raporeke berfireh amade bikin.

Ebadî bi birxist ku ev bûyer di salvegera êrîşa mezin a DAIŞê ya ser bajarê Mûsilê de pêk hatiye û got: “Em ê hemû tevdîran bistînin, em ê bi destekî pola li wan kesan bidin, ku dixwazin ewlekariya welat û hemwelatiyan têk bidin.”

Duh êvarî li Bexdayê agir li kogeha sindoqên dengdanê yên komîsyona hilbijartinan a Iraqê ket.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê, Seid Mein ragihand, ji 4 embarên sindoqên dengdanê, agir tenê berbûye kogehekê û sê kogeh jî saxlem in û neşewitîne.

Ev nûçe bi tevahî 1513 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:16:04