Ebadî ji bo çareserkirina pirsgîrekên siyasî kart a demê bikar tîn e

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî eşkere dike ku, daxwaz kiriye pirsgirêkên teknîkî - hikûmî di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bibin û pêwendiyên her du aliyan destpê bikin.

27 Berfanbar 2017 - 04:06
27 Berfanbar 2017 - 04:06
 0
Ebadî ji bo çareserkirina pirsgîrekên siyasî kart a demê bikar tîn e

Ebadî di kongreyek rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku, di dema bê de li ser pirsa darayî û ya petrolê de gotûbêj têne encamdan.

Derbarê pirsên siyasî ligel Herêma Kurdistanê Ebadî got ku, demeke zêde ji bo vê pirsê re divê û pêwîstiya wê bi aliyan heye.

Pîspor di wê baweriyê de ne, Ebadî dixwaze demê bikar bîn e û destpêkirina danûstandinan di astên nizmtir de jî, di bin bandora daxwazên navdewletî û navendên girîng ên navxweyî de bûn e. Na xwe Ebadî destê xwe xûrt didît û nedixwest xwe nêzîkî danûstandinan bike. Lê, karta fişare di destê Ebadî de her diçe lawaztir dibe.

Ev nûçe bi tevahî 1333 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:08:27