Efrin: Polîsên serbazî 4 Kurd girtin

Li navçeyên Mabata, Cindirês û Şerayê yên Efrînê polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve 4 Kurd girtin.

29 Îlon 2023 - 08:53
29 Îlon 2023 - 08:53
 0
Efrin: Polîsên serbazî 4 Kurd girtin

Di nav wan de jinek jî heye.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, doh li gundê Şêxotkayê yê navçeya Mabatayê ya Efrînê polîsên serbazî mamostayeke jin a 35 salî girt.

Polîsên serbazî li gundê Badenliyê yê Mabatayê jî zilamekî 40 salî girt.

Wan li gundê Hîckê yên Cindirêsê jî ciwanekî 27 salî girt.

Çekdarên grûpa Siltan Muradê jî li gundê Îkdamê yê navçeya Şerayê Kurdek girt.

Çarenûsa wan ne diyar e

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihand ku heta niha çarenûsa wan 4 kesan ne diyar e.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve di meha îlonê de li Efrînê 13 welatiyên Kurd girtine.

Ev nûçe bi tevahî 1186 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:52:20