Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve 8 kes revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 8 welatiyên Kurd revandin.

11 Mijdar 2023 - 17:29
11 Mijdar 2023 - 17:29
 0
Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve 8 kes revandin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpên çekdar di çend rojên 8 kes li bajarê Efrînê û gundên wê revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir jî, kesên hatine girtin, sedemên girtina wan nayên zanîn û çarenivîsa beşek ji wan ne diyar e.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha dora 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Ev nûçe bi tevahî 658 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:40:04