Efserekî artêşa Tirkiyê di operasyonê de hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, li herêma operasyona "Pençe-Kilîd" a li nav axa Herêma Kurdistanê, efserekî wan ê komando hatiye kuştin.

6 Berfanbar 2022 - 04:59
6 Berfanbar 2022 - 04:59
 0
Efserekî artêşa Tirkiyê di operasyonê de hat kuştin

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê de hat eşkerekirin, îro Duşemê 5ê Kanûna 2022yan li herêma operasyona "Pençe-Kilîd" a li nav axa Herêma Kurdistanê di encama teqîna mayîneke vedayî de efserekî wan ê komando yê bi navê Mehmet Duman hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 17ê Nîsana 2022an ve li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên li nav axa Herêma Kurdistanê li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kiriye û operasyon heta niha berdewam e.

Ev nûçe bi tevahî 659 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:33