Ehmed Hîlalî: 9 hezar endamên Asayîşê tevlî hêzên hikûmetê dibin

Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî ragihand ku di çarçoveya peymana navbera HSD û Şamê de, zêdetirî 9 hezar endamên Asayîşê dê di nav saziyên ewlehiya navxweyî yên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê de werin yekgirtin

2 Hezîran 2026 - 10:46
2 Hezîran 2026 - 10:46
 0
Ehmed Hîlalî: 9 hezar endamên Asayîşê tevlî hêzên hikûmetê dibin

Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê û axaftvanê Komîteya Serokatiyê ya Sûriyeyê, Ehmed Hîlalî, di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re agahiyên girîng li ser pêkanîna peymana ku di 29ê Kanûna Paşîn de di navbera HSD û hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin da.

Hîlalî got ku heta niha zêdetirî hezar û 200 şervanên HSDyê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatine berdan û hejmarê kesên ku di girtîgehan de mane pir kêm bûye.

Wî diyar kir ku hikûmet pêbend e hemû şervanên HSDyê berde, lê hinek kes ji ber dozên takekesî an dozên mafê giştî hîn jî di girtîgehê de ne.

"Zêdetirî 1.200 Şervanên HSDyê Hatine Berdan"

Hîlalî got di destpêka xebata komîteyê de texmîn dikirin ku nêzîkî hezar û 70 şervanên HSDyê di girtîgehan de ne. Lê piştî lêkolîn û vekolînên ku hatin kirin, zêdetirî hezar û 200 şervan hatin berdan.

Wî got hinek ji wan kesan ku hîn jî di girtîgehê de ne, ne ji ber endamtiya HSDyê lê ji ber dosyayên din tên xwestin.

"Zêdetirî 9 Hezar Endamên Asayîşê Dê Werin Yekgirtin"

Li ser dosyaya ewlehiyê, Hîlalî got yek ji girîngtirîn gavên niha yekgirtina hêzên Asayîşê ye.

Wî diyar kir ku di demeke nêzîk de dê bi zêdetirî 9 hezar endamên Asayîşê re hevpeyvîn werin kirin û nêzîkî hezar ji wan jin in.

Li gorî Hîlalî, armanc ew e ku ev hêz di bin Birêveberiya Ewlehiya Navxweyî ya Parêzgeha Hisîçayê ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê de werin yekgirtin.

Di Pêkanîna Peymanê de Pêşketin Hene

Hîlalî got tevî ku di hinek dosyayan de derengmayîn çêbûye, lê di warên hilbijartin, perwerde, birêveberiya genim, dergehên sînorî û karûbarên giştî de pêşketinên girîng hatine bidestxistin.

Wî hilbijartinên parlamentoyê yên li Hisîçayê wekî "gava dîrokî" binav kir û got piştî gelek salan cara yekem e ku ezmûnên amadeyî û navîn li seranserê parêzgehê bi awayekî yekgirtî têne kirin.

Vegera Malbatên Efrînê Berdewam e

Li ser dosyaya koçberên Efrînê, Hîlalî got li gorî amarên dawî nêzîkî hezar û 650 malbat hîn jî li benda vegerê ne.

Wî diyar kir ku veger bi awayekî dilxwazî berdewam e û dibe ku di hefteya pêş de karwanekî dawî ji bo vegera wan were amadekirin.

Dosyaya Piştî Efrînê: Koçberên Serêkaniyê

Hîlalî her wiha got ku piştî bidawîbûna dosyaya koçberên Efrînê, dê xebat li ser vegera koçberên Serêkaniyê dest pê bike.

Li gorî wî, ev pêvajo hem vegera malbatên ku ji Hisîçayê ber bi Serêkaniyê ve dixwazin vegerin û hem jî yên ku ji Serêkaniyê ber bi Hisîçayê ve dixwazin vegerin digire nav xwe.

Formun Üstü

 

Formun Altı

 

Ev nûçe bi tevahî 47 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:54:41