Ehmed Şer: Amerika dikare Kurdan tevlî artêşa Sûriyeyê bike
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer ragihand, divê Îsraîl vegere rewşa beriya 8ê Berçileya 2024an û tekezî kir ku ne di berjewendiya ti kesî de ye ku Sûriye vegere rewşa xwe ya berê.

Ehmed Şer, piştî gihîştina xwe ya New Yorkê ji bo beşdarbûna di civîna 80emîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, got: "Pêwîst e Îsraîl vegere rewşa beriya 8ê Berçileya 2024an. Me gotiye ku em nabin çavkaniya metirsî û gefê li ser ti aliyekî."
Derbarê pirsa Kurd li Sûriyeyê de, Şer got: "Washington dikare alîkariya Kurdan bike, ji bo entegrekirina (tevlîkirina) wan bi artêşa Sûriyeyê re."
Şer herwiha amaje pê kir, Sûriye dixwaze bi hemû aliyan re di heman nêzîkahiyê de be û ne di berjewendiya ti kesî de ye ku Sûriye vegere rewşa xwe ya berê.
Wî herwiha tekezî kir, "serkeftina her peymaneke bi Îsraîlê re, dê rê li ber peymanên din veke ku ew jî dê ji bo belavbûna aştiyê li herêmê bibe alîkar."
Derbarê rewşa navxweyî de, Ehmed Şera ragihand ku aramiya Sûriyeyê bi yekrêziya welat ve girêdayî ye û her hewldaneke ji bo dabeşkirinê dê bibe sedema pevçûnên metirsîdar.
Şer herwiha diyar kir, "her axaftineke li ser dabeşkirina Sûriyeyê, beriya her tiştî ziyanê digihîne Sûriyeyê û welatên cîran jî, bi taybetî Tirkiye û Iraqê."
Derbarê rewşa Sûriyeyê de jî ragihand, ji dema ku Sûriye hatiye azadkirin, milyonek Sûrî vegeriyane welat û herwiha hinardekirina madeya hişber a Captagonê jî bi rêjeya %90 kêm bûye.
Nûvekirina herî dawî: 09:14:54