Ehmed Şer ji bo lûtkeyên G7 û NATOyê hatiye vexwendin

Berpirsekî Sûriyeyê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo Lûtkeya G7ê ya li Fransayê û Lûtkeya NATOyê ya li Tirkiyeyê, hatiye vexwendin.

12 Hezîran 2026 - 11:03
12 Hezîran 2026 - 11:03
 0
Ehmed Şer ji bo lûtkeyên G7 û NATOyê hatiye vexwendin

Berpirsê Sûriyeyî her wiha destnîşan kir ku dê Ehmed Şer beşdarî Lûtkeya G7ê nebe lê eger heye ku biçe Lûtkeya NATOyê.

Hate zanîn ku di çarçoveya lûtkeya NATOyê de îhtîmal heye ku Ehmed Şer û Serokê Amerîkayê Donald Trump bicivin.

Wî berpirsî eşkere kir ku Şer hîn li ser beşdarbûnê biryara xwe ya dawî nedaye.

Dê lûtkeya G7ê li Fransayê be

Lûtkeya 52yan a Grûpa Heftê (G7) dê ji 15ê Hezîranê heta 17ê Hezîrana 2026an li bajarê Evian-les-Bains ê Fransayê were lidarxistin.

Di vê lûtkeyê de ku Fransa mazûvaniya wê dike, serkirdeyên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya, Amerîka û Yekitiya Ewropayê dicivin.

Serkirde dê di vê lûtkeyê de mijarên girîng ên ewlehî, aborî û jeopolîtîkê gotûbêj bikin.

Lûtkeya NATOyê li Tirkiyeyê tê lidarxistin

Lûtkeya NATOyê jî dê 7 û 8ê Tîrmeha 2026an li Enqereya paytexta Tirkiyeyê were lidarxistin ku xula 36an e.

Piştî lûtkeya Stenbolê ya sala 2004an, ev cara duyem e ku Tirkiye mazûvaniya lûtkeyeke wiha dike

 

 

Ev nûçe bi tevahî 48 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:34:06