Ehmed Şer: Nenavendîbûna HSDyê tê wateya parçebûnê

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer got, “Nenavendîbûna HSDyê tê wateya parçebûnê û herêmê ber bi şerekî berfireh ve dibe.”

23 Îlon 2025 - 10:16
23 Îlon 2025 - 10:16
 0
Ehmed Şer: Nenavendîbûna HSDyê tê wateya parçebûnê

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer îdia kir ku projeya "nenavendîbûnê" ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dixwaze, "tê wateya parçebûnê" û dibe ku herêmê bixe nav şerekî berfireh.

Ehmed Şer duh li kêleka Lûtkeya Concordiayê ya li New Yorkê di panelekê de bi birêvebirê  berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) David Petraeus re axivî.

"Divê çek tenê di destê dewletê de bin"

Ehmed Şerê ku berê hêvî dikir peymana bi HSDyê re beriya dawiya salê were bicihkirin, got:

"Her pêkhateyeke bi şêweyê HSDyê li bakurrojhilatê Sûriyeyê hebe dê Îraq û Tirkiyeyê jî bixe nav metirsiyan."

Wî tekezî li ser pêwîstiya "komkirina çekan tenê di destê dewletê de" kir da ku Sûriye ji pevçûnan were parastin.

"Pêşniyara tevlîbûna artêşê û mafên Kurdan"

Şer pêşniyara "tevlîbûna di nav artêşa Sûriyeyê de" ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk eşkere kir û tekez kir ku "mafên Kurdan parastî ne."

Wî her wiha got, "Destûra Sûriyeyê dê mafên Kurdan biparêze ji ber ku ew rastî zilmê hatine."

Li gorî gotina Şer, “Kurd ji sedî 25ê herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê pêk tînin lê Ereb bi rêjeya ji sedî 75ê piranî ne."

Şer peyaman 10ê Adarê wekî bingehek" ji bo çareseriyê li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk destnîşan kir.

Peyaman 10ê Adarê çi ye?

Fermandarê Giştî yê HSDyê  Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adara 2025an peymanek îmze kir  lê heta niha ew derbasî  gavên pratîkî nebûye.

Peyman ji heşt xalan pêk tê û li gorî wê dê şer li seranserê Sûriyeyê raweste û HSD dê bibe beşek ji saziya parastinê ya dewleta Sûriyeyê.

Peyman destnîşan dike ku "Civaka Kurd civakeke resen e di dewleta Sûriyeyê de û dewleta Sûriyeyê mafên welatîbûna wê garantî dike û hemû mafên destûrî jê re peyda dike."

Li gorî rêkeftinê, dê hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li Rojava Kurdistana, di nav de deriyên sînorî û qadên petrol û gazê, tevlî birêvebiriya dewleta Sûriyeyê bibin.

 

Ev nûçe bi tevahî 47 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:13:01