Ehmed Şer: Parçebûn ne çareserî ye; danûstandinên bi HSDê re hêdî dimeşin
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer got, “Eger Kurdên Sûriyeyê daxwaza cudabûnê bikin Îraq û Tirkiye dê zerereke mezin bibînin.”

Ehmed Şer di hevpeyvîneke xwe ya li gel Kanala Îxbariyeyê ya Sûriyeyê de ragihand ku du erkên sereke yên her desthilatê hene da ku xelkê xwe biparêzin.
Wî da zanîn ku siyaseta Sûriyeyê ji destpêkê ve li ser vî esasî hatiye meşandin.
Ehmed Şer ragihand ku “Sûriye dev ji libek axa xwe jî bernade û divê Sûriye yekgirtî be” û got:
“Eger Kurdên Sûriyeyê daxwaza cudabûnê bikin, Îraq û Tirkiye dê zerereke mezin bibînin.”
Wî ragihand ku dan û standinên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re "hêdî bûne" û amaje bi wê yekê kir.
Şer her wiha eşkere kir ku dan û standinên ewlehiyê bi Îsraîlê re hene û got, "Hinek aliyên Îranî" hewl didin ku rewşa Sûriyeyê têk bidin.
Ehmed Şer ragihand ku her fikra ji bo dabeşkirinê "ne mimkin e" û Sûriye "wê qebûl nake."
Serokkomarê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê amaje bi wê yekê kir ku HSD "nûnertiya hemû pêkhateya Kurd nake" û pêkhateya Ereb li herêmê "ji sedî 70î zêdetir e."
“Rewş ne wekî Kurdistana Îraqê ye”
Wî rewşa Rojavayê Kurdistanê bi ya Başûrê Kurdistanê re berawird kir û got:
"Rewş ne wekî bakurê Îraqê, Kurdistana Îraqê ye. Heta Kurdistana Îraqê jî li gel hemû wê piştgiriya navneteweyî ya ku hebû, dema ku li ser cudabûnê fikirî, têk çû."
“Sûriye dev ji bostek axa xwe bernade”
Şer eşkere kir ku dan û standinên wan ên bi HSDyê re yên li ser bicihanîna Peymana 10ê Adarê berê "baş diçûn" lê niha pêvajo "hêdî bûye" û "rûbirûyî cureyekî rawestanê bûye” û got:
"Me li ser tevlîkirina hêzên HSDyê ya nav Artêşa Ereban a Sûriyeyê li hev kir. Me li ser hebûna hinek pêgehên taybet ji bo herêmên Kurdan û her wiha dayîna hinek postan ji kesayetiyên herêmê re li hev kir.
Sûriye dev ji bostek axa xwe bernade. Ev sonda ku me li pêşiya gel xwariye ye ku divê em hemû axa Sûriyeyê biparêzin û yekgirtî be."
Dan û standinên ewlehiyê hene
Ehmed Şer amaje bi wê yekê kir ku piştî rûxandina hikûmeta Beşar Esed, Îsraîl û welatekî din "dilgiran bûn" çimkî Îsraîlê dixwest Sûriye wekî "qadeke ji bo pevçûna bi Îranê re" bimîne.
Şer eşkere kir ku dan û standinên ewlehiyê di navbera Şam û TelEAvîvê de hene û got:
"Niha dan û standin ji bo peymaneke ewlehiyê hene da ku Îsraîl vegere wan cihên ku berî 8ê Kanûnê lê bû."
Nûvekirina herî dawî: 12:55:19