Ehmedînejad hat kuştin

Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad di êrişeke Îsraîlê de hat kuştin.

2 Adar 2026 - 11:13
2 Adar 2026 - 11:13
 0
Ehmedînejad hat kuştin

Medyaya fermî ya Îranê piştrast kir ku Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad di êrişeke Îsraîlê de hatiye kuştin.

Medyaya Îranê roja şemê belav kiribû ku Îsraîlê li taxa Narmekê ya Tehranê êrişî nêzîkî mala Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad kiriye.

Mehmûd Ehmedînejad di navbera salên 2005 û 2013an de Serokkomarê Îranê bû û wekî yek ji dijberên Îsraîlê dihat naskirin.

Ehmedînejad 2005an dema serokkomariyê gotibû, "Divê Îsraîl ji ser rûyê erdê were rakirin."

 

Ev nûçe bi tevahî 52 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:13:25