Elî Xamineyî hat kuştin

Reutersê li ser zarê çend berpirsên Îsraîlî ragihand ku Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî di êrişên Îsraîl û Amerîkayê de hatiye kuştin.

2 Adar 2026 - 10:49
2 Adar 2026 - 10:49
 0
Elî Xamineyî hat kuştin

Çend berpirsên Îsraîlî ji Reutersê re ragihand ku Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî hatiye kuştin û termê wî hatiye dîtin.

“Wêneyê termê wî nîşanî Trump û Netanyahu da”

Piştî belavbûna nûçeya kuştina Elî Xamineyî, du kanalên sereke yên televîzyonên Îsraîlê ragihand ku wêneyê termê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê nîşanî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hatiye dayîn.

Kanala 12an a Îsraîlê ragihand, "Wêneyê termê wî nîşanî Netanyahu û Trump hatiye dayîn."

Li aliyê din, Desteya Weşana Giştî ya Îsraîlê (KAN) ragihand, "Berpirsên bilind ên Îsraîlê ji kuştina Xamineyî hatine agahdarkirin, termê wî ji bin kavilên cihê mana wî hatiye derxistin."

Heta niha Tehranê li ser mirina Xamineyî ti zanyarî belav nekirine û ew nûçe piştrast nekiriye.

Operasyona "Nirîna Şêr"

Amerîka û Îsraîlê di operasyoneke hevpar a bi navê "Nirîna Şêr" de êrişî Îranê kir.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku di êrişê de tenê wan bi xwe 200 balafirên şer bi kar anîne û li 500 cihên Îranê dane.

 

Ev nûçe bi tevahî 60 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:13:12