Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê çend mijarên giring gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û encamên pêvajoya kontrolkirina hevpar a Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal û Herêmê pêşkêş dike.

22 Mijdar 2023 - 05:34
22 Mijdar 2023 - 05:34
 0
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê çend mijarên giring gotûbêj dike

Fermangeha Medya û Zanyariyan îro 22ê Mijdarê ragihand, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Di xala yekem a civînê de, Encûmena Xizmetguzariya Giştî dê raportekê li ser mîlakê giştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û encamên piroseya kontrolkirina hevbeş a her du dîwana çavdêriya darayî yên federal û Herêmê pêşkêş bike.

Xala duyem a civînê jî dê taybet bi pêşkêşkirina protokola civîna hevbeş a Wezîrê Dad, Wezîrê Karûbarên Parlamentoyê û Serokê Encûmena Şêwirê ya Herêma Kurdistanê, ji bo diyarkirina çarçoveya yasayî ya yasa û biryarên Parlamentoya Kurdistanê yên ku piştî 6ê Mijdarê ketine warê cibicîkirinê.

Di xala sêyem û ya dawî de, du mijar derbarê cîbicîkirina xal û madeyên yasaya çaksaziyê tên pêşkêşkirin, ku pêşniyara wê hatiye kirin ku li ser rasperdeya ofîsa Serokwezîr hatine pêşniyar kirin ku ji Encûmena Wezîran re bên şandin.

Ev nûçe bi tevahî 685 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:52:53