ENKS: Amerîka pêşmergeyên Rojava wek hêzeke rewa dibîne

Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, şanda ENKSê ya ku dê serdana Amerîka bike, dê bi rayedarên Amerîka re behsa vegera pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Rojava bike.

10 Sibat 2017 - 03:29
10 Sibat 2017 - 03:29
 0
ENKS: Amerîka pêşmergeyên Rojava wek hêzeke rewa dibîne

Endamê rêveberiya ENKSê Seîd Omer ji BasNewsê re got, vê mehê şandeka ENKSê dê serdana Amerîka bike û bi rêveberiya nû ya Amerîka re hevdîtin bike û dê bi wan re behsa vegera pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Rojava jî bike.

Seîd Omer her wiha got, pêşmergeyên Rojava ji keç û xortên Kurdistana Rojava pêk hatine û ji aliyê pisporên amerîkî ve li Kurdistana Başûr hatine perwerdekirin.

Wî berpirsê ENKSê da xuyakirin ku Amerîka pêşmergeyên Rojava wek hêza rewa ya Kurdistana Rojava dibîne û got, paşeroja wan pêşmergeyan ronî ye ji ber ku ew dixwazin Kurdistana Rojava biparêzin û niha jî li Kurdistana Başûr gelek qurbanî dane.

Ev nûçe bi tevahî 1508 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:55:20