ENKS beşdarî civînên Desteya Bilind ya Opozîsyona Sûriyê li Riyadê dibe

Piştî civîna komîteya pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimaî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ê ligel serokê desteya bilind a danûstandinên opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab, şandek ji ENKS beşdarî civînên desteyê li Riyadê paytexta Siûdiyê beşdar bibe.

2 Gulan 2017 - 02:35
2 Gulan 2017 - 02:35
 0
ENKS beşdarî civînên Desteya Bilind ya Opozîsyona Sûriyê li Riyadê dibe

Li gor çavkaniyekê ENKSê ji malpera Yekîtî mîdia re eşkerekir ku biryar e şandek ji Encûmena Niştimaî ya Kurd li Sûriyê(ENKS di civîna desteya bilind ya danûstandinan de li Riyadê paytexta Siûdiyê beşdar bibe.

Heman çavkaniyê da zanîn ku, biryara ENKS piştî civîna komîteya pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimaî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ligel serokê desteya bilind a danûstandinên opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab hat, di wê civînê deHicab tekez kir ku divê şanda ENKSê di civînên Riyadê de beşdar bibe ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di cinêv 5 de derketin û pejirandina daxwazên ENKSê.

Tê çaverêkirin ku, ew şanda ENKSê bi serokatiya Serokê ENKS Ibrahîm Biro be.

Ev nûçe bi tevahî 1517 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:32:58