ENKSê li Beljîkayê nûnertiya xwe vekir

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nûneratiya xwe ya fermî li BelJîkayê vekir.

9 Çile 2017 - 03:55
9 Çile 2017 - 03:55
 0
ENKSê li Beljîkayê nûnertiya xwe vekir

Bi amedebûna hejmareke mezin ji alîgir û serkirdeyên ENKSê, li Brûksela paytexya Beljîkayê nûneratiya ENKSê bi fermî hat vekirin.

Nûnera ENKSê li Beljîka Dr. Rûfind Temo ji K24ê re ragihand, li gelek welatên Ewropayê nûneratiya ENKSê heye, li Beljîka jî ENKSê nûneratiya xwe vekir.

Nûnera ENKSê her wiha da zanîn ku, wan gelek ofîs di nava vê nûneratiyê de ava kirine mîna ofîsên karên rêxistinî, jin û ragihandinê.

Ev nûçe bi tevahî 1520 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:46:56