Erdheja Xoyê: Hejmara birîndaran gihîşt 165 kesan

Di erdheja ku li bajarê Xoy ê ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê çêbû de, hejmara birîndaran derket 165 kesan.

25 Adar 2023 - 04:25
25 Adar 2023 - 04:25
 0
Erdheja Xoyê: Hejmara birîndaran gihîşt 165 kesan

Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Mutemediyan ragihand di erdheja ku tê de 165 kes birîndar bûn ji wan 139 kes piştî mudaxeleya ewil hatin bo malê hatine şandin û yên din jî tên dermankirin.

Li aliyê din hat ragihandin di erdhejê de li 10 gundên bajarên Selmas û Xoyê 80 yekeyên niştecihbûnê zirar dîtine.

Li bajarê Xoy ê parêzgeha Urmiyê Rojhilatê Kurdistanê ku hevsînor e ligel parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 24ê Adarê demjimêr 06:16 erdhejek bi hêza 5.6 pile çêbû.

Herwiha li bajarê Xoyê di 28ê Çileyê de bi pileya 5.8 erdhejek çêbû. Di erdhejê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 1167 kes jî birîndar bûbûn.

Ev nûçe bi tevahî 639 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:28:15