Erdhejeke din li Bakurê Kurdistanê rû da

Îro demjimêr 05:51 serê sibê erdhejeke din li parêzgehên Mereş û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê rû da.

27 Sibat 2023 - 02:40
27 Sibat 2023 - 02:40
 0
Erdhejeke din li Bakurê Kurdistanê rû da

Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, erdhej di kûrahiya 10 kîlometreyan di navbera her du parêzgehan de bi hêza 5 pile li ser pîvera Richterê rû daye.

Piştî erdheja wêranker a 6ê Sibatê ku Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiye hejand, rojane li herêmê erdhejên din ên bi pileya kêm çêdibin.

Erdheja roja 6ê Sibatê li başûrê Kurdistanê, Iraq, Misir, Yûnanîstan, Îran û çend welatên din ên herêmê jî hat hîskirin.

Ev nûçe bi tevahî 1049 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:58:12