Erdhejeke din li Kurdistan û Iraqê da

Demekê kin berî niha erdhejek li Rojhilatê Kurdistan û li Herêma Kurdistan û Iraqê qewimî.

11 Çile 2018 - 06:37
11 Çile 2018 - 06:37
 0
Erdhejeke din li Kurdistan û Iraqê da

Li gorî jêderên haydar, navenda erdhejê li Rojhilatê Kurdistanê bû û hêza wê li gorî pîvana Rexter 5.5 pile bû.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li bajarê Silêmaniyê ragihand, xelkê wê parêzgehê û navçeyên derdorê hest bi tundiya erdhejê kirin.

Heman jêderan diyar kirin, ku erdhej bajarên başûr û navenda Iraqê jî hejand, bi taybet herdu parêzgehên Bexda û Wasit, ku piştî çend xulekan ji erdheja yekem, dubare bajarê Bexda hejiya û yekem erdheja Bexdayê li gorî pîvana Rexter 4.7 pile bû.

Ev nûçe bi tevahî 2020 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:30:00