Erdogan: Hevalên me ji bo amadekirina destûra nû dixebitin

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê xebatên ji bo destûra nû got, "Hevalên me niha xebatên ji bo amadekirina destûra nû didomînin û dê bidomînin."

20 Gulan 2025 - 09:46
20 Gulan 2025 - 10:10
 0
Erdogan: Hevalên me ji bo amadekirina destûra nû dixebitin

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bi wesîleya 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk û Cejna Ciwanan û Werzişê li Pirtûkxaneya Milet a Serokomariyê bi hinek ciwan û werzişvanan re civiya.

Erdogan li ser pirsa xwendekarekî ya bi rengê "Niha li ser destûra nû xebatek heye? Gavên ku hatine avêtin hene?" teqez kir ku nabe derbarê destûra nû xebat neyên kirin.

"Em dê destûreke nû ji welatê xwe re amade bikin"

Erdogan bal kişand li ser amadehiyên ji bo destûra nû û got:

“Hemû hevalên me niha xebatên ji bo amadekirina destûra nû didomînin û dê bidomînin.

Ji ber ku em êdî nikarin bi destûra beriya 20 salan berdewam bikin.

Destûreke bingehîn a nû û înşalah em dê bi we re vê yekê bikin û di vê destûra bingehîn a nû de kêmasiyên me çi bin, bi temamkirina van kêmasiyan em dê înşalah destûreke nû ji welatê xwe re amade bikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 270 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:33:38