Erdogan ji Îsraîlê re gotibû ‘dewleteke terorê ye’: Netanyahu bersiveke tund da

Serokwezîrê Îsraîlê bertekeke tund nîşanî gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê yên “Îsraîl dewleteke terorê ye” da.

16 Mijdar 2023 - 03:49
16 Mijdar 2023 - 03:49
 0
Erdogan ji Îsraîlê re gotibû ‘dewleteke terorê ye’: Netanyahu bersiveke tund da

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştgiriya Erdogan a ji Hemasê re anî ziman û got, “Em dê ji wî dersê negirin.”

Berdevkê Netanyahu, Ofir Gendelman gotinên Netanyahu li ser hesabê xwe yê Xyê parve kirin:

“Hêzên ku piştgiriya terorê dikin hene: Yek ji wan jî serokê Tirkiyeyê Erdogan e.

Erdogan Îsraîlê wekî dewleteke terorê bi nav dike lê piştgiriya çalakiyên terorîstî yên Hemasê dike.

Wî gundên Tirkiyeyê bombebaran kirin. Em dê ji wî dersê negirin.”

Ev nûçe bi tevahî 934 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:21:54