Erebistana Siûdî: Me û Amerîkayê li baregehên milîsan ên li Îraqê xist
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku hêzên wan ên çekdar bi hevahengiya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) êrişî baregehên wan komên çekdar kiriye ku ji nav axa Îraqê êrişî saziyên petrolê yên Siûdiyê kiribû.
erdevkê Fermî yê Wezareta Parastinê ya Siûdiyê Lîwa Rukn Turkî Malikî daxuyaniyek da û got:
"Wekî bersivekê ji bo wan êrişên ku rojên duşem û sêşemê li herêmên Şerqiye û Riyadê li ser saziyên petrolê hatin kirin, hêzên çekdar ên Siûdiyê êrişî çend armancên milîsên terorîst ên bi ser Îranê ve yên li nav axa Îraqê kir."
Siûdiye: Mafê me yê parastinê heye
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Siûdiyê diyar kir ku ew êrişên berê ji nav axa Îraqê hatibûn kirin, loma "mafê rewa yê Siûdiyê ye ku ax, serwerî û berjewendiyên xwe biparêze."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş li gorî madeya 51ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî "tolhildan" e ku mafê parastina xwe dide welatan.
Malikî her wiha got: "Ev êriş bi hevahengiya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê hatine kirin û ew cih hatine hedefgirtin ku pêwendiya wan bi êrişên bi dronan ên li ser qadên petrolê re hebû."
Wezareta Parastinê ya Siûdiyê peyamek şand û ragihand: "Siûdiye ne li dû gurtirkirina alozî û krîzan e lê ew dê bi tundî bersiva her destdirêjiya li ser xwe bide."
Siûdiyê berê ragihandibû ku sîstema parastina asmanî ya welêt gelek dronên ku xwestibû qadên petrolê bikin armanc xistine xwarê.
Heşdî Şebî: Êrişeke xayînane ye
Heşdî Şebiyê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku ji aliyê Siûdiye û Amerîkayê ve êrişî baregehên wan hatiye kirin.
Desteya Heşdî Şebiyê di daxuyaniya xwe de got: "Vê sibehê çend baregehên fermî yên Desteya Heşdî Şebiyê yên li herêmên cuda yên Îraqê rastî êrişeke terorîstî ya xayînane hatin ku ji aliyê hêzên Amerîka û Siûdiyê ve hatin kirin."
Li gorî agahiyên destpêkê yên di daxuyaniyê de, di encama êrişan de "hinek çekdar mirin û hinekên din jî birîndar bûn." Her wiha zerereke mezin a madî gihişt avahî û mal û milkên Heşdî Şebiyê.
CENTCOM: Me depoyên çekan hedef girtin
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan bi hevkariya hêzên çekdar ên Siûdiyê êrişî baregehên wan komên çekdar kiriye ku Îran piştgiriya wan dike û diyar kir:
"Hêzên Amerîkayê û hêzên çekdar ên Siûdiyê êrişî pêgehên wan terorîstên bi ser Îranê ve kir ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve ji bo êrişkirina li ser hêzên Amerîkayê û binesaziya enerjiyê ya Siûdiyê dihatin arastekirin."
Li gorî daxuyaniyê, balafirên şer ên Amerîka û Siûdiyê li herêmên cuda yên "rojhilatê Îraqê" gelek pêgehên lojîstîk û depoyên çekan ên wan komên çekdar kirine hedef.
CENTCOM dibêje ev êriş "bersiveke tund bû ji bo zêdetirî 30 êrişên bi dronan ên ku di nava 72 saetên borî de ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatibûn kirin."
CENTCOMê her wiha amaje pê kir ku êrişên li ser hêzên Amerîkayê bi ser neketine lê destnîşan kir ku metirsî berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di navbera mehên Sibat û Nîsana 2026an de, zêdetirî 600 hewldanên êrişkirina li ser welatî û saziyên Amerîkayê yên ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve li Îraqê hatine tomarkirin."
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê hişyariyeke tund da Îranê û got:
"Pêwîst e Supaya Pasdaran û birêvebirên wan (komên çekdar) dawî li van êrişan bînin da ku ji bersiveke leşkerî ya zêdetir a Amerîkayê dûr bikevin."
Fermandarê Operasyonên Nînowayê jî li ser êrişan ragihand ku di encama êrişa li ser hêzên Heşdî Şebiyê ya li parêzgeha Nînowayê de, 8 çekdarên Heşdî Şebiyê mirine û 4 çekdarên din jî birîndar bûne.
Nûvekirina herî dawî: 23:54:09