Erebkirina Kerkûkê berdewam e

Parêzgarê sepandî li ser Kerkûkê (Rakan Cibûrî) bizavên xwe ji bo erebkirina Kerkûkê berdewam dike û ji bo vê mebestê koponên wergirtina xwarinê yên welatiyên ereb, ji bo Kerkûkê vediguhêze.

2 Mijdar 2018 - 06:00
2 Mijdar 2018 - 06:00
 0
Erebkirina Kerkûkê berdewam e

Berpirsê Liqê 3yan yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mihemed Xorşîd ji Kurdistan24ê re ragihand, ku li Kerkûkê ti postek di destê Kurdan de nema ye û bizavên erebkirinê zêde bûne.

Got jî: Tenê di yek rojê de, sed dozname ji bo veguhestina koponên wergirtina xwarinê yên welatiyên ereb, ji bo Kerkûk pêşkêşkirin.

Ev nûçe bi tevahî 2125 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:54:14