Êrîşa Mêrsînê: Endama PKK Dilşah Ercan daxuyaniyek vîdyoyî belav kir
Endama HPGê “Dilşah Ercan” a bi nasnavê “Zozan Tolan” ku hikûmeta Tirkiyê îdia kiribû yek ji bikerên êrîşa li Mêrsînê ya li dijî polîsên Tirkiyê ye, daxuyaniyek bi dîmen da.

Daxuyaniya wê endama HPGê li ser ajansa ser bi PKKê ANF ve hatiye weşandin û tê de “Dilşah Ercan” a bi nasnavê “Zozan Tolan” ragihandiye, demekê wê karê rojnamevaniyê kiriye, lê piştî ku hat girtin, tevlî refên PKKê bûye û niha jî di nava refên wê de berdewam e li ser karê xwe.
Ercan derbarê êrîşa Mêrsînê de jî got: “Rêxistina me beriya niha daxuyanî dabû. Ez li ser erka xwe me.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê piştî êrîşê daxuyaniyek dabû û ragihandibû, êrîş ji aliyê 2 endamên PKKê yên jin ve hatiye pêkanîn û diyar kiribû, nasnameya yek ji wan jinên êrîşkar “Dilşah Ercan” bi nasnavê “Zozan Tolan” e.
Lê belê HPG, baskê çekdarî yê PKKê ew daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê red kir û ragihand, endama wan “Dilşah Ercan” bi nasnavê “Zozan Tolan” di êrîşa li Mêrsînê de beşdar nebûye û niha li ser erka xwe ye.
Şeva 26ê Îlona 2022ê 2 kesan êrîşî binkeya polîsan a li navçeya Mezîtlî ya Mêrsinê kiribûn û di êrîşê de polîsek Tirkiye hat kuştin û yek jê polîs 4 kes birîndar bûn.
Nûvekirina herî dawî: 23:27:26