Erzerom: Karmendên 2 kompanyayên otobûsan bi çek û kêran bi hev ketin

Li Erziromê karmendên 2 kompanyayên otobûsan bi çek û kêran bi hev ketin.

28 Tebax 2023 - 08:55
28 Tebax 2023 - 08:55
 0
Erzerom: Karmendên 2 kompanyayên otobûsan bi çek û kêran bi hev ketin

Karmendên 2 kompanyayên otobûsên ku di navbera Îdir-Erziromê de rêwiyan dibin û tînin, li Erziromê pev çûn û bi çek û kêran êrişî hev kirin.

Hat diyarkirin ku her du grûp ji ber mişteriyan pev çûne.

Pevçûn li ber Zanîngeha Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê ya Erziromê ya Bakurê Kurdistanê rû da.

Di pevçûna bi çek û kêran de 2 kes birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Tîman her du birîndar birin nexweşxaneyê.

Herwiha 10 kes ji ber ku pev çûne hatin desteserkirin û polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Ev nûçe bi tevahî 999 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:25