Esad: Rizamendiya me tine ku leşkerên DYAyê li Minbicê bin

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku ne razî ne hêzên DYAyê li Minbicê bin û teqez kir ku tekane hêz li dijî DAIŞê bi awayekî bi bandor şer dike, Rûsya ye.

11 Adar 2017 - 06:30
11 Adar 2017 - 06:30
 0
Esad: Rizamendiya me tine ku leşkerên DYAyê li Minbicê bin

sad bi kanala Phonixê ya Çînê re axivî û tiştên giring ji axiftina wî wiha ne:

Em ji hebûna leşkerên DYAyê li Minbicê ne razî ne.

Çi hêzên biyanî bêyî destûra Sûriyeyê, têkevin nav xaka wê, ew hêz dagirker in. Ew hêz çi yên DYAyê bin çi yên Tirkiyeyê bin.

Me nedipa ku encam ji civînên Ceneveya Swîsrayê derkeve lê ji bo lihevkirinê gaveke erênî ye.

Tekane hêza li Sûriyeyê li dijî DAIŞê bi awayekî bi bandor şer dike, Rûsya ye.

Piştî vê, pêngava herî giring ji bo Artêşa Sûriyeyê, rizgarkirina Reqqayê bû.

Pergala Siberoja Sûriyeyê bi sûriyan ve girêdayî ye.

Hêvî dikim pevçûnên li Sûriyeyê di sala 2017an de bi dawî bibin.

Ev nûçe bi tevahî 1386 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:25:34