Esed: Vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê şertê asayîkirina pêwendiyan e

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê şertê asayîkirina pêwendiyên navbera Enqere û Şamê ye.

31 Tebax 2023 - 11:42
31 Tebax 2023 - 11:42
 0
Esed: Vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê şertê asayîkirina pêwendiyan e

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand, Serokê Sûriyê Beşar Esed û Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan li Şamê civiyan.

Hat ragihandin ku Beşar Esed û Husên Emîr Ebdullahiyan pêwendiyên dualî û hevkariya di navbera Sûriyê û Iranê de, vegera penaberan û vekşandina Tirkiyê ji Sûriyê gotûbêj kirine.

Li gor SANA belav kiriye, Esed ji Ebdulahiyan re tekez kiriye, heya ku Tirkiye ji xaka Sûriyê venekişe, pêwendiyên Şam û Enqerê asayî nabin.

Ev nûçe bi tevahî 1401 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:23:05