Fermandarê amerîkî ji bo Pêşmerge Heşdî Şebî hişyar kir

Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) li ser tevgera Heşdî Şebî ya dawî li herêma Şingalê ew hişyar kirin.

1 Hezîran 2017 - 03:13
1 Hezîran 2017 - 03:13
 0
Fermandarê amerîkî ji bo Pêşmerge Heşdî Şebî hişyar kir

Berdevkê Pentagonê general Jeff Davis amaje bi tevgera Heşdî Şebî ya li başûrê Şingalê li hemberî Hêzên Pêşmerge kir û got: "Divê hemû aliyên pabendê biryar û rênûmayên berpirsên Bexdayê bin. Danûstanin û şêwirîna ligel Iraqê ne hêsan e, ji ber ku li vî welatî gelek hêzên mîna Haşdî Şebî hene."

Jeff Davis di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokatiya fermandeyiya şerê li dijî DAIŞê ji Bexdayê ve têkirin. Divê ew hêzên ku beşdarî vî şerî dibin, vê rastiyê bizanin û pêk bînin."

Rêxistina Heşdî Şebî roja 25ê Gulana 2017ê, di çarçoveya ‘Operasyona Mihemmed Resûlallah' de êrişî bajarokê Qeyrewanê ya li başûrê Şingalê û 13 gund û komalgehên kurdên êzidî kirin û ev navçe ji destê DAIŞê derxistin. Heşdî Şebî ya li herêmê, bû sedema nîgeraniya Fermandariya Hêzên Pêşmerge.

Ev nûçe bi tevahî 1479 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:23:35