Fermandarê YPG'yî: Dema qedandina operasyona Reqqa ragihand

Fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) axaftina xwe yê Reuters’ê de da zanîn ku operasyona rizgarkirina Reqa dibe ku hîn bi qasî 4 mehên din bidome.

11 Tebax 2017 - 07:01
11 Tebax 2017 - 07:01
 0
Fermandarê YPG'yî: Dema qedandina operasyona Reqqa ragihand


Fermandarê YPG’ê Heval Gabar axaftina xwe yê Reûters'ê de dîyar kir ku wan nîvê Reqa ji destê çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) sitandîye û ew li her alîyê bajêr bi pêşde diçin.

Gabar da zanîn ku wan giranîya operasyonê daye ser taxên Mansûr û Raşîd.

Berdevka HSD’ê Cîhan Şêx Ehmed ji pêr Çarşemê ji AFP’ê re dîyar kiribû 8 taxên Reqa di bin kontrola hêzên wan de ne û 7 jî hîn di deste DAIŞ’ê de mane.

HSD’e bi piştgirîya hêzên koalîsyonê di meha Hezîranê de dest bi operasyona Reqa kiribû.

Fermandarên HSD’ê û YPG’ê didin zanîn ku jiber êrîşên xwekujî, sekvan û mayînên DAIŞ’ê pêşdeçûna li Reqa giran bûye.

Wekî tê zanîn YPG, li Reqa pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka dike.

Ev nûçe bi tevahî 1482 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:02:42