Fermandarê CENTCOMê bi Herzi Halevi re civiya

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla li Amerîkayê bi Serokerkanê Giştî yê Îsraîlê Herzi Halevi re civiya.

21 Sibat 2025 - 11:24
21 Sibat 2025 - 11:24
 0
Fermandarê CENTCOMê bi Herzi Halevi re civiya

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê, Kurilla û Halevi 19ê Sibatê li bajarê Tampayê ya eyaleta Floridayê ya Amerîkayê li baregeha CENTCOMê hatine ba hev.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan li ser hevkariya "kûr û mayînde" ya parastinê ya di navbera her du welatan de guftûgo kiriye.

Kurilla û Halevi her wiha rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn nirxandiye û bi taybetî jî li ser rawestandina pevçûnên li Libnanê, agirbesta li Xezeyê û Hûsiyên li Yemenê axivîne.

Divê were gotin ku Kurilla û Halevi herî dawî 7ê Sibatê li Îsraîlê jî li hev civiyabûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 1587 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:18:27