Fermandeyekê Pêşmergeyê Zêrevanîyê şehîd bû

Evro Êvarî Emîd Eskender Gerdî, fermandeyê lîwa ya Sêyê komndo yê fermandeya Pêşmegeyê Zêrvanîyê şehîd bû.

13 Gulan 2019 - 03:13
13 Gulan 2019 - 03:13
 0
Fermandeyekê Pêşmergeyê Zêrevanîyê şehîd bû

Ragehandin a Pêşmergeyê Zêrevanîyê belav kir, Emîd Eskender Gerdî, yek bû ji fermande yên qehreman Egîdên Pêşmerge û Fermandeyê Pêşmergeyê Zêrevanîyê ku di dema rûbirûbûna teroristên Daişê û paraztina axa Kurdistanê rol û bandoreka berçav hebûye.

Emîd Eskende, roja Pêncşembîyî ya bûrî, 9/5/2019 di dema meşq û rahînên hêza Pêşmerge bi egera arîşeyeka teknîkî, gulle Hawineka 60mlm peqî û bi sedema wê Emîd Eskender Gerdî bi dijwarî birîndar bû. Dûv re bi armanca çareserîyê hat veguhaztin bo Ûrdinê. Êvarîya evro jî li nexweşxaneka Ûrdinê canê xwe sipart.

Biryare subehî jê termê wî vegerînin Hewlêrê û di rêresmeka serbazî de bi axaê bihêt sipartin.

Ev nûçe bi tevahî 1952 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:55:31