Firokexaneya Navdewletî geştên xwe yên asmanî rawestandin

Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê ji ber rewşa hewayê, geştên xwe yên asmanî rawestandin.

26 Berfanbar 2022 - 04:42
26 Berfanbar 2022 - 04:42
 0
Firokexaneya Navdewletî geştên xwe yên asmanî rawestandin

Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê îro Duşemê danê sibê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew dixwazin ji hemû rêwiyan û kompaniyên asmanî yên ku li firokexaneyê kar dikin eşkere bikin ku rawestandina geştên asmanî, ji ber rewşa hewayê û daketina dîtinê bo 400 metreyan e.

Li Bexdayê ji şeva borî ve pêleke mijê ya dijwar heye û li gorî pêşbîniyên keşûhewayê rêjeya dîtinê ji 500 metreyan kêmtir bûye.

Rêveberiya Giştî ya Çûnûhatinê jî daxwaz ji ajoker û xwediyên xetên çûnûhatinê yên xwendekar û karmendan kir ku di dema ajotinê de leza zêde ne û pir baldar bin.

Ev nûçe bi tevahî 591 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:24:05