Firokeyên Tirkiyê devera Biradost bombebaran kirin

Roj bi roj bombebaranên firokeyên şer ên Tirkiyê ber bi kûrahiya Başûrê Kurdistanê nêzîktir dibin.

7 Avrêl 2018 - 10:50
7 Avrêl 2018 - 10:50
 0
Firokeyên Tirkiyê devera Biradost bombebaran kirin

Artêşa Tirkiyê piştî bicihkirina leşkerên xwe li çiyayên Kitkîn, Xwakurk û bilindahiyên wê deverê, niha firokeyan bi kûrahiya nêzîkî 20 kîlomtre axa Başûrê Kurdistanê li sînorê Sîdekanê bombebaran dikin.

Rêveberê Bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand: “Îro şemiyê (07-04-2018) di saet 13:45 xulekan de Artêşa Tirkiyê bi tundî dest bi bombebarankirina bilindahiyên Robya, Pungistan, Pîr Îbrahîmî, Kewerte û Robî kir û ev dever li nêzîkî cihên avakirî ne, ji ber bombebaranan dîsa hejmarek gundên din têne valakirin û welatî rastî awarebûnê tên.”

Îhsan Çelebî herwiha got: “Di nav 72 saetên derbasbûyî de firokeyan 9 car sînorê Biradost bombebaran kirin û bi awayekî berdewam firokeya bêpîlot jî li esmanan digere, piştî bawerbûna ji her bilindahiyeke deverê li dû bombebarana tund, bi rêya helîkopterê cendirme têne danîn.”

Ev nûçe bi tevahî 1220 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:08:53