General Mazlûm: Naskirina jenosîda Ermenan ji Tirkiyê re “nameyek” e

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî radigihîne, biryara Encûmena Pîran a Amerîka ya naskirina jenosîda Ermenan dê bibe sedema rawestandina dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve.

14 Berfanbar 2019 - 05:09
14 Berfanbar 2019 - 05:09
 0
General Mazlûm: Naskirina jenosîda Ermenan ji Tirkiyê re “nameyek” e

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li twittera xwe nivîsî, naskirina jenosîda Ermenan ji aliyê Encûmena Pîran a Amerîkayê ve, nameyeke girîng bo ku rê nayê dayîn di sedsala 21em de qirkirina gelan a bikomî bên kirin.

dê rê li ber Tirkiyê bigire ku komkujiya li dijî Kurd bike û dê bibe sedema rawestandina dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê.

Roja 12ê vê mehê, Encûmena Pîran a Amerîkayê pêşnûmeya nasandina Jenosayda Ermeniyan pesend kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1126 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:59:28