Generalê ku pesnê Pêşmerge dabû, bû Fermandarê CENTCOM'ê

General Michael Erik Kurilla roja Yekşemê 3ê Nîsana 2022an di merasimekê de li Florîdayê wek Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê hat destnîşankirin.

4 Avrêl 2022 - 06:39
4 Avrêl 2022 - 06:39
 0
Generalê ku pesnê Pêşmerge dabû, bû Fermandarê CENTCOM'ê

Michael Erik Kurilla bû Fermandarê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê. General Kurilla li Kongresa Amerîkayê pesnê Pêşmergeyan dabû û gotibû, hevbeşên me yên Kurd “cihê baweriyê û jêhatî ne.”

Kurilla di 1ê Sibatê de ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bo posta Fermandarê Fermandariya Navendî hatibû berbijêrkitin û roja Yekşembê li şûna General Kenneth McKenzie hat diyarkirin.

Michael Erik Kurilla ji sala 2004an vir ve bi Kurdan û Pêşmerge re di nava têkiliyê de ye. Kurilla di 08.02.2022an de li Kongreya Amerîkayê li ser Hêza Pêşmerge wiha gotibû, “Min bi hevkarên xwe yên Kurd re kar kiriye û ji min re îsbat bûye ku ew cihê baweriyê û jêhatî ne. Sala 2004 di serdana xwe ya yekem a Iraqê de û herî dawî jî di sala 2014an de di şerê li dijî DAIŞê de ez bi wan re xebitîm. Min dît ku ew hevbeşên gelek cihê baweriyê û jêhatî ne.”

Derbarê dosyeya Îranê de, Erik Kurilla dibêje, Îran “di warê çêkirina aloziyan de li Rojhilata Navîn hokarê sereke û hejmar yek e.”

Erik Kurilla di demeke wiha de bûye Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ku rewşa ewlehî li seranserî cîhanê rastî guhertinên hesas tên. Şerê Rûsya û Ukraynayê di roja çilemîn de berdewam e, di heman demê de Amerîka di rewşekê de ye ku hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn û Asyayê dixwaze kêm bike, ev jî metirsiya ji nû ve zindîbûna DAIŞê û El Qaîdê çê dike.

Ev nûçe bi tevahî 974 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:41:38