Ger Amerîka bixwesta dikariya pêşiya pevçûnên Hewlêr û Bexda bigirta

Pisporê Rûsî Dmîtrîy Yegorçenkov nirxandinên xwe yên di derbarê operasyona artêşa Iraqê ya Kerkûkê de got;" Ger Amerîka bixwesta dikarî pêşî li şerê Hewlêr û Bexda bigirta".

17 Cotmeh 2017 - 04:14
17 Cotmeh 2017 - 04:14
 0
Ger Amerîka bixwesta dikariya pêşiya pevçûnên Hewlêr û Bexda bigirta

Dîrektorê Zanîngeha Dostaniya Gelên Rûsyayê yê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk û Texmînan Dmitriy Yegorçengov ji radyoya Spûtnîkê re da xuyakirin, "Dibêjim qey, bandora şêwirmendên Amerîkayê dikaribû, hevpeymanên Bexda û Hewlêrê dûrî şerê germ bixe."

Pisporê Rûsî diyar kir, "Helbet ger ev ne hilbijartina wan bi xwe be' û got, "Diyar e rewşa li Sûriyê roj bi roj baş dibe, lê pêdiviya Amerîkayê jî bi kontrola ‘janbar' a ser herêmê heye."

Yegorçenkov destnîşan kir ku dibe ev kontrol li dorûbera pirsa Kurd were pêkanîn û got, "Li Sûriyê bi ser neketin, niha hewil didin li Iraqê kaosê rû bidin."

Ev nûçe bi tevahî 1061 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:21:38