Girtiyekî siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê hat bidarvekirin

Girtiyekî siyasî yê Kurd piştî 12 salan zindanîkirinê, li girtîgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê hat bidarvekirin.

21 Hezîran 2023 - 08:15
21 Hezîran 2023 - 08:15
 0
Girtiyekî siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê hat bidarvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan “Hengaw” ragihand, girtiyê bi navê Hêmin Mistefayî yê ji bajarê Merîwanê ku bi tometa kuştina endamekî Pasdarên Îranê, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, îro danê sibê li Girtîgeha Navendî ya Sineyê hat bidarvekirin.

Hêmin Mistefayî ku xelkê bajarokê Kanî Dinarî yê Merîwanê ye, îro roja Duşema borî bo hucreya takekesî hatibû veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 1393 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:16:45