HDK-i: Erkê hemû aliyan e ku vê ezmûna Herêma Kurdistanê biparêzin

Di daxuyaniya yekbûnê de hatibû diyarkirin, bi beşdariya bi sedan kadro, Pêşmerge û kesayetên siyasî yên dêrîn ên Partiya Demokrat, her du partiyên têkoşer ên gelê Rojhilatê Kurdistanê bûn yek.

23 Tebax 2022 - 02:45
23 Tebax 2022 - 02:45
 0
HDK-i: Erkê hemû aliyan e ku vê ezmûna Herêma Kurdistanê biparêzin

Derbarê vê mijarê, Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Xalid Ezîzî ji Kurdistan24ê re ragihand, ew rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê digrin.

Xalid Ezîzî diyar kir, erkê hemû aliyan e ku vê ezmûna Herêma Kurdistanê biparêzin, ji ber ku ev derfeta hatiye pêş, di berjewendiya hemû aliyan de ye.

Li ser yekbûna her du partiyan, Xalid Ezîzî got: “Her dem fikra yekbûna demokratan di nav endaman de hebû, xelkê Rojhilatê Kurdistanê li dijî cudabûna me bû.”

Herwiha eşkere kir: “Xebat û têkoşîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) wê yekê xwest ku dema wê hatibû em bibin yek.”

Ezîzî destnîşan kir: “Partiya Demokrat xwedî pêgeheke mezin e, yekbûna her du partiyan pêwîstiya cemawerî bû li Rojhilatê Kurdistanê.”

Herwiha tekez kir: “Xalên me yên hevbeş gelek in, her dem dostên me ji me dixwestin ku em bibin yek, heta kongreyê, desteyeke siyasî dê Partiya Demokrat birêve bibe.”

Ev nûçe bi tevahî 869 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:30:11