HDP û Partiya Çep a Kesk helwesta xwe derbarê gera duyem a hilbijartina Serokomariyê eşkere dikin

HDP û Partiya Çep a Kesk îro helwesta xwe ya di derbarê gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê de eşkere dikin.

25 Gulan 2023 - 05:24
25 Gulan 2023 - 05:24
 0
HDP û Partiya Çep a Kesk helwesta xwe derbarê gera duyem a hilbijartina Serokomariyê eşkere dikin

Piştî rêkeftina namzedê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partiya Zafer, desteyên rêvebir ên HDP û Partiya Çep a Kesk civiyabûn û rexne li rêkeftina Kiliçdaroglu û Ozdag girtibûn.

Biryar e ku îro her du partî helwesta xwe ya di derbarê gera duyem a hilbijartinê de eşkere bikin. Lê Hevseroka HDPê Perwîn Buldan roja Çarçemê li Savurê bang li xelkê kiribû ku biçin ser sindoqan deng bi Kemal Kiliçdaroglu bidin.

HDP û Partîya Çep ya Kesk di hilbijartina serokomarîyê de piştgirî dan berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Gel Kemal Kiliçdaroglu.

Xala çaremîn a rêkeftina Ozdag û Kiliçdaroglu, siyaseta danîna qeyûman li ser şaredariyan diparêze. Ev xal di demekê de ye ku, hikûmeta Tirkiyê qeyûm danîbû ser piraniya şaredariyên HDPê.

Ji bo hilbijartinên 28ê Gulanê sê roj r dem maye. Deshilat û opozîsyon jî bi stratejiyeke tund li pêşiya dengdêran e. Di gera duyem de pêwîstî bi rêjaya ji (50+1) heye, Recap Tayîp Erdogan û Kemal kilcdaroglu kî ji wan piraniya dengan bi dest bixe, dê bibe Serokkomarê Tirkiyê yê 13emîn.

Ev nûçe bi tevahî 502 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:06:19