Li teqîna Silêmaniyê hejmara qurbaniyan gihîşt 14 kesan
Termên sê kesên din di bûyera teqîna sîstema gazê ya maleke taxa Kazîwe de hatin

Parêzgarê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir ragihand, di berdewamiya lêgerîna tîmên hewarçûnê de 3 termên din ji bin kavilên mala teqiyayî de hatin dîtin û hejmara qurbaniyan gihîşt 14 kesan.
Parêzgarê Silêmaniyê îro beriya saetekê di preskonferansekê de gotibû, birîndarekî bûyerê îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û hejmara qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê bo 11 kesan zêde bûye.
Bi dîtina 3 termên nû, tê çaverêkirin ku tenê termek li bin xirabeyan mabe.
Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê pêştir diyar kiribû, hêj 4 kes di bin kavilên mala teqiyayî de mane lê ew nizanin ka sax in an canê xwe ji dest dane.
Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, 6 birîndarên bûyerê li nexweşxaneyê mane ku rewşa 2 ji wan giran e û di bin çavdêriya awarte de ne.
Nûvekirina herî dawî: 07:41:50