Hatîmogullari: Pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştiya bi Kurdan re heye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Foruma MERIyê ya li Hewlêrê de pirsgirêka Kurdan nirxand û tekezî li ser wê yekê kir ku pêvajoya çareseriyê ji bo îstiqrara herêmê roleke kilît dilîze.

9 Cotmeh 2025 - 10:17
9 Cotmeh 2025 - 10:17
 0
Hatîmogullari: Pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştiya bi Kurdan re heye

Hatîmogullariyê banga çareseriyê ya Ocalan û gavên çekdanînê yên PKKyê girîng dîtin û ji bo berdana girtiyên siyasî daxwaza sererastkirinên yasayî kir.

Di roja duyem a foruma ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ve li Hewlêrê tê lidarxistin de, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê peyamên girîng dan.

Hatîmogullariyê di panela ku ji aliyê Serokê MERIyê Dilawer Alaeddîn ve hat birêvebirin de, ji pirsgirêka Kurdan bigire heta bi hevsengiyên herêmî, ji lêgerînên çareseriyê bigire heta bi modelên demokratîkbûnê, li ser gelek mijaran nirxandin kirin.

Hatîmogullariyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya forumê û ji bo vexwendinê spasiya MERIyê kir.

"Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan pirsgirêkeke 100 salî ye"

Hatîmogullariyê diyar kir ku pirsgirêka Kurdan li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê astenga herî bingehîn e û bal kişand ser rastiya dîrokî ya cografyayê û got:

"Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan pirsgirêkeke 100 salî ye.

Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin ve, pirsgirêka Kurdan yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê bûye.

Hemû kesên di vê salonê de baş dizanin ku ev zêdetirî 100 salî ye sînorên vê cografyayê bi Sykes-Picotê hema bêje bi cetvelê hatine xêzkirin.

Birayên Kurd bi sînorekî ji hev hatine veqetandin.

Pêvajoya çareseriyê û pêşhatên li Tirkiyeyê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn gelekî girîng in."

"Gelo ji aliyê dewletê ve çi hatiye kirin?"

Hatîmogullariyê behsa hêviyên ji Tirkiyeyê kir û da zanîn:

"Li Parlamentoyê gaveke girîng a ku me jî û Birêz Ocalan jî daxwaz dikir hat avêtin, komîsyonek hat avakirin.

Ev komîsyon îro civîna xwe ya 14an li dar dixe. Me ev guhdarîkirin gelekî girîng dît lê me got ev ne bes e."

Hatîmogullariyê gavên yasayî yên ku divê bên avêtin wiha rêz kirin:

"Hîn ti gavên yasayî nehatine avêtin. Wekî mînak, em li Tirkiyeyê li benda çend yasayan in.

PKKyiyên ku dê çekan deynin dê çi bikin û dê çawa tevlî siyaseta demokratîk bibin?

Dê çawa rê li ber vê yekê bê vekirin? Derbarê vê mijarê hêviyeke gelekî cidî heye.

Hêviya duyemîn mafê hêviyê yê Birêz Ocalan e.

Ango kesên ku 25 sal in di girtîgehê de ne, bigihêjin azadiya xwe.

Em di wê baweriyê de ne ku Birêz Ocalan dikare ji bo aştiya li çar parçeyên Kurdistanê û ji bo demokrasiyê bixebite.

Pirsgirêka girtîgehan, nêzîkî 7-8 hezar girtiyên siyasî li Tirkiyeyê hene.

Em dibêjin divê sererastkirineke yasayî demildest dest pê bike."

"Li Tirkiyeyê rêjeya piştgiriya pêvajoyê di navbera ji sedî 75 û ji sedî 80 de ye"

Hatîmogullariyê diyar kir ku piştgiriya civakî ya ji bo çareseriyê bilind e lê kêmasiya baweriyê heye û anî ziman:

"Rast e ku gel li benda gavên bileztir e.

Di anketên ku niha tên kirin de, rêjeya kesên ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê li Tirkiyeyê derdora ji sedî 75 heta ji sedî 80î ye.

Ev hejmareke gelekî mezin e lê belê baweriya bi gavên berbiçav ên dewletê, bi gavên ku dê biavêje ve girêdayî ye."

"Li Tirkiyeyê beşek heye ku agahdar e divê bi Kurdê xwe re li hev bike"

Hatîmogullariyê diyar kir ku dînamîkên herêmî Tirkiyeyê ber bi çareserkirina pirsgirêka Kurdan ve dibin û got:

"Aqilê stratejîk ê dewleta Tirkan wisa difikire, divê ez pirsgirêka Kurdan çareser bikim û xwe xurt bikim.

Em welatiyên Tirkiyeyê ne û ji destpêkê ve me her tim gotiye, welatek dema bi gelê xwe re di nava çareseriyê de be xurt dibe."

Hatîmogullariyê diyar kir ku “têgihiştina netewe-dewletê ber bi dawîbûnê ve diçe” û anî ziman:

"Em di sedsala 21ê de ne. Êdî ne serweriya yekî li ser yê din, wekheviya bi yê din re divê hebe.

Êdî têgihiştina netewe-dewletê ya ku yek zextê li yê din dike, bi rastî jî bi dawî bûye.

Binêrin, di binê pirsgirêkên navxwe yên li Îraqê de netewe-dewlet heye."

Hatîmogullariyê wekî çareserî modela "konfederalîzma demokratîk" anî ziman û got:

"Çareserî bêguman divê bi guhertinên destûrî yên li ser bingeha mafê welatîbûna wekhev û sîstemeke nenavendî be."

"Em modela Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan girîng dibînin"

Hatîmogullariyê bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn her tim şerên dînî, mezhebî û etnîkî çêdibin û bal kişand ser eleqeya hêzên Rojavayî ya ji bo çavkaniyên herêmê.

Hatîmogullariyê diyar kir ku di serdema derfetên ragihandinê yên cîhanî de, ji bo netewe-dewletan zehmet e ku polîtîkayên xwe yên zordar bidomînin û wiha pê de çû:

"Ji ber vê yekê em modela Konfederalîzma Demokratîk a ku Birêz Ocalan bi pêş xistiye girîng dibînin.

Ango her gel, her bawerî di nav sînorên welatê ku lê dijî de karibe xwe îfade bike û wekî welatiyekî wekhev bigihêje mafên wekhev, bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne.

Ev tişt ti welatan parçe nake. Beravajî vê, ez di wê baweriyê de me ku di civaka wî welatî de piştgirî, hevgirtin û yekîtiyeke welatîbûnê ya xurt xwedî dike."

Hatîmogullariyê tekezî li ser rola Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de kir û ev nirxandin kir:

"Birêz Ocalan li ser rêxistina xwe û gelê Kurd lîderekî bibandor e.

Ji ber vê yekê, îro eger wî ew bang nekiriba, ew merasîma şewitandina çekan pêk nedihat.

Dewleta Tirkiyeyê vê yekê ew qasî baş dizane ku ez bawer dikim êdî her kes hay ji rola Birêz Ocalan heye.

Ji ber vê yekê, azadiya Birêz Ocalan û bi xwe birêvebirina vî karî, yek ji garantiyên bingehîn ên bidestxistina encameke serkeftî ya di vê pêvajoyê de ye."

"Pêşhatên li Rojavayê gelekî girîng in"

Hatîmogullariyê behsa sedemên hêdîbûna pêvajoyê kir û rexne li siyaseta derve ya Tirkiyeyê girt:

"Pêşhatên li Rojavayê gelekî girîng in. Ez bawer im her kes dibîne ku pêşhatên li Tirkiyeyê û yên li Rojava û Sûriyeyê bi awayekî cidî bandorê li hev dikin.

Mixabin ez di wê baweriyê de me ku ev siyaseta AK Partiyê ye û xaleke ku ez gelekî rexne dikim.

Xeyalên Neo-Osmanî ango bi xeyalên Neo-Osmanî binêrin em ji xala 'sifir pirsgirêk bi cîranan re' gihiştin kû derê. Em vê siyasetê rexne dikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 24 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:27:21