Herêma Kurdistanê plan dike ku di her çar demsalan de geştyaran bikişîne
Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan di plan û bernameyên xwe de 15 cureyên geştûguzariyê danîne û dest bi cîbicîkirina piraniya van cureyên geştiyariyê kirine.

Berdevkê Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd got: “Ji ber guncawbûna cih û avhewayê li Herêma Kurdistanê 15 cureyên geştiyariyê hatine destnîşankirin.
Herwiha Îbrahîm Ebdulmecîd got: “15 cureyên geştyarî bi awayekî rêkxistine ku geştyar di her çar demsalên salê de tên Herêma Kurdistanê, wek mînak tûrîzma zivistanê, arkeolojî, çandinî, mîrata neteweyî, deverên xwezayî û siruştî gelek mijarên din.’’
Îbrahîm Ebdulmecîd dibêje: "Em li ser destnîşankirina çend deveran ji bo tûrîzma arkeolojîk dixebitin, di heman demê de me bi rêxistinek Alman re ji bo geşepêdana tûrîzma çandiniyê li hev kiriye. Em ê rêberên gerê yên ku ji hêla pargîdaniyên geştyarî ve têne xebitandin bêtir pêşve bibin."
Nûvekirina herî dawî: 17:26:56